Kurdên li Cenevreyê bi daxwaza azadiya Ocalan name ji NY’yê re şand
Kurdistaniyên li Cenevreyê dijîn bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin
Kurdistaniyên li Cenevreyê dijîn bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin
Kurdên li Cenevre di gava yekem de nêzîkî 250 name ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sekreteria Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.
Baskê Cenevre ya Partiya Karker a Swêdê ji bo destekê bide kampanya îmzeyan a Kurdan a ‘Pêngava Azadiyê’ hefteya borî tevlî kampanyê bûn. Di vê çarçoveyê de siyasetmedarên Partiya Karker nêzî 70’ê name şandibûn.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevre Salih Saglam ê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku heta pêngava wan encam bigire wê nameyan bişînin. Saglam diyar kir ku wê ji serê hefteya bê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin.
Hevseroka CDK Cenevreyê Bêrîvan Avcî jî got: “Ji bo azadiya Rêbertiya xwe me îro li Cenevreyê starta şandina nameyan daye destpêkirin. Di rojên pêşiya me de ji bo şikandina tecrîda mutlaq û azadiya Ocalan em ê bi partî, sazî û derdorên Swîsreyî re bicivin.”