Kurdan û Îtaliyan li Pîsayê Newroz pîroz kirin

Li bajarê Pîsa yê Îtalyayê, Kurdan tevî dostên xwe yên Îtalyayê Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahî êvara 25'ê Adarê pêk hat. Agir hate dadan û gelek kes li pîrozbahiyê axivîn.

Di peyamên Komîteya Kurd, Heyva Sor a Kurdistanê-Îtalya û Mala Jinê de işaret bi girîngiya piştevaniya bi gelê Kurd re hate kirin. Her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê û krîzên siyasî-aborî û civakîy ên li Tirkiyeyê hatin bibîrxistin.

Piştre jî hunermend Şahî Abdî û Hozan Çiya derketin ser dikê, beşdaran jî li dora stranên wan govend gerandin. Solîstekî Îtalî jî hunera xwe pêşkêş kir.

Di dema çalakiya Newrozê de ji bo mexdûrên erdheja 6'ê Sibatê alîkarî hatin komkirin.