Adara pêşiya me li rûniştina Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî wê sûcên şer ên salên 2009-2009'an ku li Srî Lankayê komkujiya li ser gel û gerîlayên Tamîlî were rojevê. Tamîliyên li dîasporayê wê li pirsên sûcên şer ên NY'yê bipirse û ji rêveberiya Srî Lankayê dixwaze mekanîzmayên serbixwe sazkar bibe.
Ji bo ku Elmanya ku di Konseya Mafê Mirovan de xwedî hêz e tevbigere beriya bi salekê Tamîliyan kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Îmzeyên ku bi desteka 60 komele û organîzasyon hatine berhevkirin bi xwepêşandaneke girseyî wê teslîmî Wezareta Karê Derve bikin.
Meclîsa Kurdistaniyan a li Berlînê jî ragihand ku ew ê tevlî xwepêşandanê bibin. Hevserokê Meclîsê Ismaîl Parmaksiz diyar kir ew ê destekê bidin xwepêşandanê ku îro saet 12.00'an wê dest pê bike.
Parmaksiz got, ''Daxwazên gelê Tamîl daxwaza gelê Kurd e jî, ji bo vê em dixwazin Kurdistanî tevlî xwepêşandana îro bibin.''