Kurd wê Akar li Berlînê şermezar bikin
Kurd wê Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar şermezar bikin ku wê bê Elmanyayê. Saziyan diyar kirin, ku Akar dijminê Kurdan û jinan e.
Kurd wê Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar şermezar bikin ku wê bê Elmanyayê. Saziyan diyar kirin, ku Akar dijminê Kurdan û jinan e.
Ji ber ku Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar wê roja Sêşemê bê Elmanyayê, saziyên Kurdan banga şermezarkirina wî kirin. Bi vê armancê metnek bi zimanên Elmanî, Kurdî û Tirkî hate amadekirin û tê de hate gotin, "Wezîrê şer û dagirkeriyê Hûlûsî akar, şer û aloziya li herêmê hem sor dike hem jî dimeşîne." Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hevdîtina Akar û A.Kramp Karrenbaûer tenê wê "ji şer û dagikeriyê re" xizmetê bike.
'WEZÎRÊ ŞER Û DAGIRKERIYÊ'
Hevserokê Navenda Kurdistaniyên Azad a Berlînê Îsmaîl Parmaksiz li ser mijarê agahî da ajansa me û got, "Em ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a kujer li vir in ku ev polîtîka li mirovahiyê nayê. Em baca xwe didin dewleta Elman. Piraniya me li vir welatiyên Elman e, em karkerin, penaberin, xwendekarin, xwediyê pîşe ne, bêkar in; em mexdûr û dijberên rejîma dewleta Tirk-AKP'ê, hevdîtina Karrenbaûer ya bi Akar re şermezar dikin."
'AKAR DIJMINÊ JINAN E'
Meclîsa Jinê ya Dest-Dan jî ji bo çalakiya şermezarkirinê bang kir û ragihand ku AKP li Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, li Efrîn û bajarên din ên Rojava jinên Kurd direvîne, destavêtin û destdirêjiyê lê dike û qetil dike.
Çalakiya şermezarkirinê 2'ê Sibatê saet 12:30'î li pêşiya Wezareta Parastinê ya Elman bê lidarxistin.