KON-MED: Em piştgiriyê bidin namzetên Kurd

KON-MED'ê têkildarî hilbijartinên eyaletan ên li Elmanyayê daxuyaniyek da ku wê 14'ê Adarê dest pê bikin û bang kir ku bi rengekî çalak piştgirî ji namzetên Kurd re bê dayin.

Konfederasyona Civaka Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) têkildarî hilbijartinên sala 2021'ê yên li Elmanyayê bang kir ku li gorî berjewendiyên civakî yên gelê Kurd deng bê dayin. KON-MED'ê li ser hilbijartinên eyaletan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku divê piştgiriyeke xurt ji namzetên Kurdistanî re bê dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 2021 wê li Elmanyayê bibe "Sala hilbijartinê ya super" û wiha hate gotin, "Li Elmanyayê di sala 2021'ê de li gel hilbijartinên giştî wê li şeş eyaletan hilbijartinên meclîsa eyaletên bên kirin. Li Elmanyayê sala 2021'ê ewke 'sala hilbijartinê ya super' tê pênasekirin. Li Baden-Wurttemberg û Rheînland-Pfalzê di 14'ê Adarê de wê hilbijartinên eyaletê (Landtagswahlen) pêk were. Li Hesenê jî di heman demê de wê li gel hilbijartinên xwecihî yên eyaletê (Kommunalwahlen) wê hilbijartina Meclîsa Biyaniyan (Auslaenderbeiratswahlen) jî were kirin.

Di 6'ê Hezîranê de li Sachsen-Anhaltê wê endamên parlamenta eyaletê bên hilbijartin. Di 26'ê Îlonê de jî hilbijartinên giştî yên ji bo endamên Meclîsa Federal werin kirin. Hilbijartinên meclîsa eyaletê yên Mecklenbûrg-Vorpommern û Berlînê jî wê heman rojê bên lidarxistin. Di 25'ê Nîsanê de li Thurîngenê wê hilbijartina parlamenta eyaletê bihata lidarxistin, lê belê ji ber şewba koronayê ji bo 2022'an hate taloqkirin.

KON-MED'ê dosyayek li ser daxwazên bingehîn ên Kurdan, têkildarî hilbijartinên giştî û eyaletan li ser mijarên hilbijartinê yên ku partiyên siyasî yên Elman giraniyê didin ser, amade kir. Banga me li Kurdistaniyan ew e ku dema dengê xwe dan; li gorî berjewendiyên xwe yên civakî, li gorî pîvanên pêwîst tevbigerin."

'350 HEZAR KURDISTANÎ XWEDÎ MAFÊ DENGDANÊ NE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku w hilbijartinên li Elmanyayê cidî dibînin, bang li Kurdistaniyan dikin ku dengê xwe bidin û hate gotin, "Li Elmanyayê ku nifûsa xwe 83 milyon mirov e, di lîsteyên hilbijartinê yên li Elmanyayê de namzetên Kurd jî hene. Li gorî Desteya Hilbijartinê ya Federal, 350 hezar Kurdistaniyên welatiyên Elman xwedî mafê dengdanê ne.

Hilbijêrên Kurd bi rêya hilbijartinan dikarin li Elmanyayê bibin xwedî bandor. Kurdistanî çiqasî zêde tevlî hilbijartinê bibin, wê ewqasî jî demên bê li ber çavan bên girtin, pirsgirêkên xwe yên ji ber koçberî û hindekariyê bêhtir raxin ber çavan.

Li Elmanyayê li dijî civakên polîtîk, polîtîkaya krîmînalîzasyonê tê meşandin. Bi navê KON-MED'ê em piştgiriyê didin namzetên çepi sosyalîst, şoreşger û demokrat ên ku têkoşîna li dijî van pirsgirêkan datînin pêşiya xwe. Kurdistaniyên şoreşger, demokrat û pêşverû jî divê piştgiriyê bidin van namzetan. Her wiha, ne Kurdistanî jî bin eger namzetek piştgiriya gelên me bike, divê em li gel wê/î cih bigirin. Em bang dikin ku di hilbijartinên Elmanyayê de piştgirî ji namzetên dost, şoreşger, sosyalîst û demokrat re bê dayin ku piştgiriya têkoşîna azadiyê ya Kurd dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo hilbijartinê banga tevlîbûnê hate kirin û hate xwestin ku piştgirî ji namzetên Kurdistanî û namzetên dostên gelên Kurdistanê re bê dayin.