KON-MED'ê banga tevlêbûnê li çalakiyên 8'ê Adarê kir

KON-MED'ê têkilî 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da û banga tevlêbûnê li çalakiyên 8'ê Adarê kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanyayê (KON-MED)got ew dixwazin 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi têkoşîna bi nav û deng a Tevgera Jina Azad a Kurd bibe rojeke ku parastina azadiya zayendî ya bi hiqûqa pergala mirovî ji xwe re kirî rêgez.

KON-MED'ê di daxuyaniyê de bi berdewamî got, ''Tevgera Jina Azad a Kurdistanê ku ti caran dev ji wê biryardariya guherîna pergala neheq û zayendîparêz bernedayî, careke dî nîşan da ku bi pêla serhildanê ya derasayî ketin sala 2021'an ku tevahiya sala 2020'an dom dikir.''

KON-MED'ê bang li gelê Kurd, bawermend, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, dilxwazên aştî û miorvahiyê kir ku li dijî dewleta Tirk a faşîst tevlî meş û mîtîngên 8'ê Adarê yên bi pêşengiya Tevgera Jin a Kurdistanê bibin û 8'ê Adarê pîroz kir.