KON-MED: Dem dema heta dawî berxwedanê ye!

KON-MED a li dijî qirkirina siyasî daxuyaniyek da got: “Gel wê li ber vê hişmendiya zalim ku vîna gel xesp kiriye, serî netewîne, heta dawî wê li ber xwe bide.

Federasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanya (KON-MED) li ser operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê daxuyaniyek da û got: “Ev operasyona dijminane û faşîst a Tirkiye îmzeya xwe li binî danî, operasyneke li hemberî Peyaman Mafê Mirovan a Ewropa, Şartê Taybet ê Rêveberiya Xwecihî ya Ewropa, jî di nav de li hemberî peymana navneteweyî ya demokratîk, mafê mirovan ên bihgehîn û hiqûqa gerdûnî ye.

‘GEL WÊ HETA DAWÎ LI BER XWE BIDE’

Gel wê xwedî li hevşaredar û siyasetmedarên xwe derbikevin. Gel wê li ber vê hişmendiya ku vîna gel û dengê gel tine dibîne û vîna wê xesp dike, serî netewîne, qebûl neke û heta dawî li ber xwe bide.

Bang li her kesê dikin ku li dijî desthilata AKP/MHP’ê rabe û ji bo protestokirina êrîşên faşîzan di serî de bang li gelê Kurdistan, yên li dijî rejîma qirker, faşîst û dîktator nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”