KON-MED: Berxwedana jinên Kurd bû çavkaniya sûdwergirtinê

KON-MED'ê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir, jinên Kurd bi berxwedana xwe ya li eniyê bûne çavkaniya sûdwergirtinê ji jinan hemûyan re.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku bi rengekî bêsînor dijminatiyê dike, li Kurdistanê tevî çeteyên xwe li pêş çavên cîhanê jin, zarok qetil kir, Rojava û Sûriye dagir kir û êriş bir ser gelan.

KON-MED'ê bal kişand ser şervanên jin ên ku li Rojava bi lehengî li ber xwe didin û ragihand, "Jinên Kurd ku li eniyên Rojava çeteyên dijminê jinê têk birin û dîrok nivîsandin, li dijî dewleta Tirk a mêtinger jî bi lehengî li ber xwe dan û bûn daxwaza azadiyê.

Jinên Kurd bi berxwedana xwe ya li Kurdistanê, ala pêşeng a têkoşîna azadiya jinê hildan û ji bo jinên li tevahiya cîhanê bûn çavkaniya sûdwergirtinê. Ev berxwedan divê bibe keda her kesî. Jinên li tevahiya cîhanê divê bi jinên Kurdistanê re bin û bi hêza 8'ê Adarê dakevin qadan."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinên Kurd hate kirin ku beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê yên li Elmanyayê bibin.

KON-MED'ê li ser vê bingehê 8'ê Adarê li jinên Kurd ên leheng û jinan hemûyan pîroz kir.