Komploya navneteweyî li Fransayê bi meşeke dirêj hate protestokirin
Kurdistaniyên li bajarên Rennes, Vannes û Lorîent ên Fransayê dijîn, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji Hennebontê heta Lorîentê bi meşeke dirêj protestokirin.
Kurdistaniyên li bajarên Rennes, Vannes û Lorîent ên Fransayê dijîn, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji Hennebontê heta Lorîentê bi meşeke dirêj protestokirin.
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn, li Ewropayê bi çalakiyên cuda cuda tê protestokirin.
Kurdistaniyên li bajarên Rennes, Vannes û Lorîent ên Fransayê dijîn, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji Hennebontê heta Lorîentê bi meşeke dirêj protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên di seat 12:00’an de li ber Şaredariya Hennebontê hatin gel hev, li navenda bajêr bi pankartên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî nêzî 20 kîlometreyan meşiyan.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên bi Fransî, Kurdî û Tirkî hatin berzkirin û belavokên bi Fransî parve kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên tevlî meşa protestoyî bûyîn, di çarçoveya kampanyaya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî name şandin ji NY’ê re.
Heman demê di çarçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator, 100 hezar îmze” de îmze hatin komkirin.
Kurdistanî û dostên wan li Place Arîstîd-Bîrand a li navenda Lorîentê jî mitîngek hate lidarxistin.
Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de diyar kirin ku bi sekna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina gelê Kurd komploya navneteweyî hate pûçkirin û banga xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hate kirin.
Çalakî bi banga tevlîbûna ji bo çalakiya protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku 13’ê Sibatê wê li bajarê Nantesê were lidarxistin û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.