Komploya Navneteweyî li Drancyê hat protestokirin

Komploya Navneteweyî ya berpêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di sala xwe ya 24’emîn de li banliyoya Drancy ya Parîsê hat protestokirin.

Komploya Navneteweyî ku 15’ê Sibata sala 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, li banliyoya Drancy ya Parîsa paytexta Fransayê, bi lidarxistina meşekê, hat protestokirin.

Bi sedan Kurdistanî ku li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancyê hatin ba hev, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û pankartê li ser “Azadî ji bo Abdullah Ocalan hema aniha“ nivîsandî, vekir.

Girse ku gava ber bi şaredariya Drancyê ve meşiya, bêyî sekin dirûşmeya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan“ berz kir.

Ji bo kesên di erdhejê de li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Bi pişt re li ser komployê danezaneke bi Fransî hat xwendin û bi hunermendê TEV-ÇAND’ê Farqîn Azad re sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat gotin.

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, bang li CPT’yê û Konseya Ewropayê hat kirin.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ qediya.