Komploya 15'ê Sibatê li Saratovê hate şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.
26’emîn salvegera komploya navneteweyî ku li dijî Rêber Apo hate kirin, li navçeya Yêrşov a herêma Saratovê ya Rûsyayê hate şermezarkirin.
Daxuyanî li Mala Kurd ya navçeya Yêrşovê ji aliyê berpirsyarên Otonomiyên Kurdên Saratovê Mîrze-Elî Yûsubov, Tahir Fatoyêv û Îsmaîl Yûsubov ve hate dayîn.
Axaftvanan hêzên komploger şermezar kirin û gotin: "Hêzên kompologer bi armanca ku gelê Kurd ji holê rakin û hemû hêviyên Kurdan ên azadiyê bişkîne, komplo pêk anîn. Li hemberî wê jî Rêber Apo bi berxwedan û têkoşîna bêhempa armanc û hedefa komplogeran têk bir."
Her wiha bal kişandin ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û gotin: "Berxwedana ku li Bendava Tişrînê tê meşandin berxwedaneke girîng e, em bi bi gelê xwe yê Rojava re ne. Serketin a wan e."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û “ Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.