Komploya 15’ê Sibatê li Lûzernê hate protestokirin
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meşeke li bajarê Lûzernê ya Swîsreyê hate protestokirin.
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meşeke li bajarê Lûzernê ya Swîsreyê hate protestokirin.
Li bajarê Lûzernê yê Swîsreyê bi meşekê komploya navneteweyî hate protestokirin.
Di meşê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate protestokirin û meşvanan bal kişandin ser berxwedana li girtîgehan a ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.
Di heman demê de wê ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ jî di nava 12 rojên li pêşiya me, li gelek bajaran bigere.
Kurdistanî bi pêşengiya CDK-S û YJK-S li Messeplatzê hatin ba hev û li vê derê mîtîngek lidarxistin.
Di mîtîngê de Hevserokê CDK-S’yê Alî Şîmşek axivî û got, “Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me were rakirin, em ê li qadan bin. Divê welatên Ewropayê baş bizanibin ku ew piştgiriyê didin faşîzma Erdogan û dibin hevkarên qirkirina li ser Kurdan. Em li ku bin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Dayika Kurd Zelal Ozkan a 71 salî jî tevlî meşê bûbû. Ozkan ji ANF’ê re axivî, “Îro li girtîgehan ji bo tecrîda li ser Rêbertî were rakirin û azadiya wî berxwedanek tê kirin. Dema zarokên Kurd li ber xwe bidin, nabe ku ez li malê bim. Ji bo ku ez bibim berxwedana ji bo gelê Kurd û Rêbertî ez li vir im.”
BÎEL
Li bajarê Bîelê jî êvarî li pêşiya îstasyona trênê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakgerên Komuna Jinan a Arîn Mîrxan çalakî li dar xistin û li dijî tecrîd û faşîzma Erdogan slogan berz kirin.