Komploya 15’ê Sibatê li Cenevreyê hat protestokirin

Salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî li Cenevreyê bi meşekî hat protestokirin.

Komploya Navneteweyî ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi meşekî hat protestokirin.

Li ber Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan daxuyanî hate dayîn. Ji Cenevre û Lozane gelek Kurdistanî û dostên wan tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilgirtin û tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin.

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyan heta qada Natîons ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye meşiyan û li vir mîtîng hate li dar xistin. Li ser navê Konseya Demokratîk a Kurd (CDK-S) Sitki Demîr axivî. Demîr erdheja li Kurdistanê, Tirkiye û Sûriye bi bîr xist û sersaxî ji kesên ku di erdhejê de xizmên xwe winda kirine re xwest. Demîr anî ziman ku di 15’ê Sibata 1999’an de di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Komploya Navneteweyî hate pêşxistin û destnîşan kir ku 24 sal in li Îmraliyê berxwedanek bêhempa tê raber kirin.

Xoşnav Ata jî diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de gelê Kurd tê hedefgirtin û got ku gelê Kurd û gerîla jî weke Rêberê xwe Abdullah Ocalan 24 sal in li ber xwe didin. Ata diyar kir ku li dijî qadên gerîla êrîşên li dijî mirovahiyê tên kirin û anî ziman ku ev 2 sal in gerîla li dijî êrîşên çekên kîmyewî li ber xwe didin. Ata, Komploya Navneteweyî şermezar kir û axaftinên xwe bi peyamên piştevaniya bi gelên li herêma edhejê re bi dawî kir.