BI DÎMEN

Seyfî Zogûrlû: Şerê ku niha bê kirin hîn zehmet e

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Seyfî Zogûrlû got, "Ji bo me pêvajoyeke nû destpê kir. Şerê ku niha bê meşandin hîn zehmet e. Divê em xwe li gorî vê amade bikin, plan bikin û stratejiya xwe bi vî rengî ava bikin."

Biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin ku kongre di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Ji delegeyên kongreyê Seyfî Zogûrlû ev nirxandin kir:

"Destpêkê ez jî silav û hezkirinên xwe ji bo Rêber Apo dişînim. Her wiha şehîdên mezin heval Fuat, Riza, Sara û hemû şehîdên têkoşînê bi bîr tînim. Rêbertî gelekî li ber tunebûnê anî vê astê. Rêbertî di nava çar dîwaran de hemleyên ku komployên dijmin û hêzên navneteweyî têk bibin, pêş xistin. Rêbertî her tim astên heyî kir bingehê geşkirina têkoşînê û em nêzî serketinê kirin.

Dibe ku hin kes û derdor li gorî xwe şîrove bikin, binirxînin. Dema mirov li çapemeniya Tirk dinêre, wisan nîşan dide ku weke PKK bin ketiye, êdî nikare şer bike, bi vî rengî dixwazin pêvajoyê berevajî bikin. Heqîqetek heye, heqîqet çiye? Bi hewldana Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê gelê Kurd bû xwedî îrade. Garantiya tevgera azadiyê, garantiya azadiya gelê Kurd, garantiya her kesê çekên ku di destê me de ne, ev hêza bi paradîgmaya Rêbertî hatî rêxistinkirin e. Mijara çek danînê jî helwesteke me ya di vê çarçoveyê de bû. Mijara zagonî, zagona bingehîn divê bên garantîkirin. Divê em gavên bi vî rengî ferz bikin. Rêbertî alternatîfan dide pêşiya me. Ji bo me pêvajoyeke nû destpê kir. Şerê ku niha were meşandin, hîn dijwartir e. Di warê siyasî, warê îdeolojîk, dîplomatîk, xebatên avakirinê de niha pêvajoyeke hîn dijwartir li pêşiya me ye. Divê em xwe li gorî wê amade bikin, plan bikin û stratejiya xwe li gorî wê plan bikin. Raste, ev kongreya fesixê ye, lê dema me xwe fesix kir em hemû hema wisa nahelin, yanî winda nabin. Em bi fikrê Apoyî mezin bûne. Beriya PKK ava bibe jî em Apoyî bûn, niha jî em Apoyî ne. Di vê çarçoveyê de helbet baweriya min jî heya dawiyê heye. Hêz, zanist û xuliqdariya Rêber Apo PKK ji gelek tengaviyan rizgar kiriye, dê vê carê jî bi serketinên hîn mezintir PKK’ê tacîdar bike."