Komkujî li Kolnê hate şermezarkirin

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, ji Mereşê heta Roboskî û ji komkujiya girtîgehan heta yên li Rojava komkujiyên ku bi destê dewleta Tirk hatin kirin bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Mîtîng li Breslaûerplatzê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo qurbaniyên komkujiyan dest pê kir.

Piştre ji FEDA'yê Jînda Denîz axivî û bal kişand ser komkujiya Mereşê. Jînda Denîz anî ziman ku di şexsê Elewiyên Raa Haq (Elewiyên Kurd) de êriş li dijî jiyana komunal a li herêmê hate kirin û ev komkujî dewama plana Şark Îslahat bû. Denîz anî ziman ku di dema heyî de jî polîtîkayên ji bo guhertina demografîk dewam dikin.

Piştre ji MARDEF'ê Salman Okmen axivî û destnîşan kir ku komkujiya li Mereşê hate kirin niha bi polîtîkaya li dijî Elewiyên li herêmê dewam dike û ev polîtîka jî bi destê dewletê tê meşandin.

Parlamentera HDP'ê ya Serdema 26'an Nûrsel Aydogan jî ragihand ku komkujiya Roboskî komkujiya li dijî gelê Kurd bû û bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê kir.

Aydogan her wiha di şexsê Dayika Taybet de ku cenazeyê wê heft rojan li derve hate hiştin hemû qurbanî bi bîr anî.

Hevseroka NAV-DEM'ê Ayten Kaplan jî ragihand ku komkkujiyên Mdereş, Roboskî û girtîgehan hatin kirin niha jî dewam dikin û got, "Bîranîna mirovên di komkujiyan de hatin qetilkirin ancax bi xurtkirina hişmendiya têkoşînê em dikarin dewam bikin."

Piştre jî semah hate gerandin û çalakî bi dawî bû.