Komîteya Zimên a Ewropayê: Em tevlî meşa zarokan bibin
Li bajarê Essenê ya Elmanyayê Komîteya Zimên a Ewropayê 21'ê Kanûnê ji bo zarokên Kurd û malbatên wan çalekiyekê organîze dike û banga tevlêbûna li çalakiyê kir.
Li bajarê Essenê ya Elmanyayê Komîteya Zimên a Ewropayê 21'ê Kanûnê ji bo zarokên Kurd û malbatên wan çalekiyekê organîze dike û banga tevlêbûna li çalakiyê kir.
Komîteya Zimên a Ewropayê daxuyaniyeke niviskî da, got, Meclîsa Gel a Essenê jî destekê dide meş û mîtîngê û diyar kir, meş û mitîng wê bi dirûşma, ''Em ekolojî û jiyanê biparêzin, şer rawestînin da ku zarok nemirin'' were kiri.
Her wiha hate gotin dayikên Kurd wê destekê bidin çalakiyên protestoyî yên bi dirûşma 'Frîday for Future'' û bang li zarok û malbatên Ewropî were kirin ku li bara komkujiya sirûştê û zarokan a li Kurdistanê bêdeng nemînin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin zarok li gel malbatên xwe bi dowîzên ku beriya niha bi Kurdî-Elmanî-Ingilîz hazir kirine, bi stranên zarokan ên Kurdî wê bimeşin û balê bikişînin ser giringiya zimên, wê meşa malbatên Kurd ên li Essen, Gelsenkirchen, Bochum, Duîsburg, Dortmund, Hagen, Dusseldorfê derdora wê esas were dîtin.
Dîrok: 21.12.2019 Şemî
Saet: 13:00
Adres: Hirschlandplatz Essen (HBF)