KOMAW’ê li hemberî cezayên darvekirinê çalakiyek li dar xist
Îro li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bi armanca protestokirina polîtîkayên dewleta Îranê yên darvekirinê mitîngek hate lidarxistin.
Îro li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bi armanca protestokirina polîtîkayên dewleta Îranê yên darvekirinê mitîngek hate lidarxistin.
Mitîng ji aliyê KOMAW’ê ve hate lidarxistin û biryarên rejîma Îranê ên darvekirinê hatin protestokirin.
Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku rejîma Îranê bi salan e bi awayekî sîstematîk serî li cezayên îdamê dide û zulmê li gel dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi taybetî jî ciwan, aktîvîst, rojnamevan û muxalîfên Kurd bi hincetên siyasî tên hedefgirtin û bi awayekî derqanûnî tên darvekirin.
Herwiha hate ragihandin ku rejîma Îranê cezayên darvekirinê weke amûra bêdengkirinê bi kar tîne û ev yek hate gotin: ‘’Cezayên darvekirinê kiryareke paşverû ye û divê tu dewlet serî li rêbazeke wiha ya hov nede. Rejîma Îranê ji bo ku muxalîfan ji holê rake darazê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tîne. Êşkenceyê li girtiyan dike, bi darê zorê îfadeyên nerast li ser wan ferz dike û mafên parêzeran bin pê dike.’’
BANGA JI BO CIVAKA NAVNETEWEYÎ
Di çalakiyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li hemberî vê bêedaletiyê bêdeng nemîne ev yek hate gotin: ‘’Ji bo sekinandina darvekirinên li Îranê divê raya navneteweyî zextê li Îranê bike.’’
Her wiha di dawiya çalakiyê de beşdarvanan dirûşmeyên weke ‘’Bila darvekirinên li Îranê werin sekinandin’’ û ‘’Bila êdî mafên mirovan neyên binpêkirin’’ hatin berzkirin.