Koma Rennesê Nobeta Azadiyê dewr stend

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di hefteya 455’an de didome, ji aliyê komek Kurdên ji bajarê Rennesê dewr hate stendin.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Koma ji Rennesê ev nobet dewr stend. Çalakiya Nobetê di 25’ê Hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin û di hefteya 455’an de didome.

Koma vê hefteyê ji bajarê Rennesê hat. Di komê de Eylem Balta, Behçet Bînîcî û Şêxmûs Bînîcî cih digirin.

Li ser navê komê Eylem Balta axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo faşîzma AKP û MHP’ê bûye metod û rêveberiya şer. Balta got ku, “Di şexsê Rêber Apo de tecrîd li ser gelê Kurd tê kirin. Ev tecrîd paralelî şer, asîmîlasyon û dagirkeriya li ser Kurdistanê re didome. Ji ber vê jî ne bi tenê Rêber Apo, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn di tecrîdê de ne. Ji ber vê jî mifreya çareseriyê ya doza Kurdan Îmrali ye û şikandina tecrîdê wê azadiya gelê Kurd jî bi xwe re bîne. Rakirina tecrîdê wê aştiya civakî û edaleta di nav gelên Rojhilata Navîn jî derxîne holê.”

Balta di dawiya axaftina xwe de got ku, “Di hefteya 455’an a Nobeta Azadiyê de ez bi ruhê Sara, Arîn û Ronahiyan Roja Jinan a Cîhanê ya hemû jinen li çiya, zindan û bajaran têdikoşin, pîroz dikim. Grevên birçîbûnê yên li zindanan li dijî tecrîdê didome jî silav dikim.”