Kesên jiyana xwe ji dest dane li Bernê hatin bîranîn

Bi deh hezaran kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn li Bernê hatin bîranîn. Di bîranînê de hate gotin ku berpirsê mirinan desthilatdariya AKP û MHP’ê ye.

Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn û li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye hatin bîranîn.

Li Bundesplatz a ku Meclîsa Federal a Swîsre lê ye, bi beşdariya nûnerên gelek saziyên ji Kurdistan, Tirkiye, Swîsre û gelên din û xizmên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Bernê Mûnîr Ay di axaftina xwe de diyar kir ku polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP'ê berpirsyarê mirina bi deh hezaran e.

Parlamenterê Kantona Bernê ya Keskan Haşim Sancar diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji hejmara fermî zêdetir e.

Li ser navê malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane, Zeynal Mûtlû jî diyar kir ku dewleta Tirk tevî erdheja wêranker bi rojan mudaxele û alîkariya herêmê nekir û gelek kes di bin kavilan de man. Mûtlû got, "Rejîma faşîst a Erdogan bi qestî hişt gelê me jiyana xwe ji dest bide.”

Li ser navê Partiya Çep a Alternatîf, Saziya Malbatên Şehîdan (Komaw), nûnerên saziyên Elewî û komên dost ên Tamîlî de de banga alîkariyê ya bi rêya Heyva Sor hate kirin.