KE: Hewldana girtina partiyê 'pir bi pirsgirêk e'

Konseya Ewropa (KE) hişyarî da ku hewildana girtina HDP’ê "pir bi pirsgirêk" bû

Di daxuyaniya KE’yê bal hatiye kişand ku Sekretera Giştî ya KE’yê Marîja Pejcînovîc Bûrîc ji rojnameya Elmanî Die Welt re axiviye û bertekek tund nîşanî doza girtinê ya li dijî HDP daye.

Bûrîc got “Îhttîmala qedexekirina HDP’ê pir bi pirsgirêk e” û bal kişand ser vê yekê ku partiyên siyasî di bin parastina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de ne. Bûrîc destnîşan kir ku DMME mafê sazîbûnê diparêze.

Di daxuyaniya KE’yê de hate diyarkirin ku HDP partiya sêyemîn a siyasî ya welat e û hate bibîrxist ku ew ji 2016’an ve di bin zextek giran de ye. Di daxuyaniyê de di heman demê de cih hat dayîn ji daxuyaniya HDP’ê ku tê de di derbarê doza girtinê de pênasekirina "darbeya siyasî" kiriye û ev bi armanca ku beriya hilbijartinên dema pêş wana bêdeng bike ye.

Di daxuyaniya KE’yê de hate gotin ku Sekreterê Giştî yê DMME Bûrîc helwesta DMME ya di derbarê rola partiyên siyasî ya di demokrasiyan de bi bîr xist û tekez kir ku girtina partiyan tenê bi awayekî awarte dikare were kirin, ev jî heke bi “delîlên saxlem” ve were îsbat kirin ku pêywendiya wê ya rasterast bi kiryarên terorîstî re hebe. Di daxuyaniyê de axaftinên Bûrîc hat parve kirin ku wiha dibêje, “Li gorî qanûna DMME, dewletek nikare nîqaşa vekirî ya partiyekê ku li ser rewşa beşek ji gel birêve dibe wekî sedem ji bo girtina wê nîşan bide.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku girtina partiyê, tê wateya binpêkirina pîvanên mafên mirovan yên ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatî qebûl kirin.