KCKD-E nerazîbûn nîşanî hikûmeta Fransayê da

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê hikûmeta Fransa şermezar kir û got: “Fransa şerê nava Kurdan teşwîq dike, destekê dide lîstikên dewleta Tirk a li ser herêmê.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bal kişand ser daxuyaniyên li ser navê hikûmeta Fransa û got: “ Daxuyaniya Karê Derve ya Fransa ya têkildarî hewldanên provakatîf ên hêzên PDK’ê di asta geşkirina agir, tetîkkirina şerê navbera Kurdan û destekkirina lîstiên dewleta Tirk a qirker ên li ser herêmê ye.”

Di daxuyaniyê de KCKD-E’yên bal kişand ser van nuqteyan:

“Daxuyanî tê wateya çavê xwe li êrîşên Tirkiye ya bi destê çeteyên DAÎŞ’ê ya li Fransa û Avûstûrya, bêdeng mayîn, heman demê tê wateya erêkirina êrîşên li ser Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê.

Em vê daxuyaniya ku pêşiya êrîşên dewleta Tirk a bi destê çeteyên DAÎŞ’ê li ser xaka wan herî zêde tên kirin, bûye sedema mirina gelek kesî şermezar dikin. Daxuyaniya Fransa di asta teşwîqkirina provakatîfên Tirkiye-PDK hevkar didomînin û derxistina şerê nava Kurdan de ye.”