KCDK-E'yê li dijî êrişan bang li Kurdan kirin: Li Brukselê bicivin

Piştî êrişa li bajarokê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî Kurdan, KCDK-E'yê bang li Kurdan kir ku îro saet di 12:00 de li ber Parlamenta Ewropayê çalakiya şermezarkirinê lidar bixin.

LI BELÇÎKAYÊ ÊRIŞA FAŞÎSTAN

Di daxuyaniya KCDK-E'yê de li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst bang li gelê Kurd hate kirin ku saet di 12:00 de beşdarî çalakiya li ber Parlamenta Ewropayê bibe.

Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin, "Di demekê de ku li hemû parçeyên Kurdistanê bi milyonan mirov tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn, li Ewropayê jî bi sed hezaran kes xwedî li Newrozê derketin, dewleta Tirk a faşîst terora xwe li Belçîkayê xist meriyetê.

Çeteyên faşîst ên dewleta Tirk ku sond xwarine xwîna Kurdan birijînin, bi dirûşmên tekbîrê hewl dan xwîna Kurdan birijînin. Em hikumet û polîsên Belçîkayê şermezar dikin ku rê dan van çeteyên faşîst ên dewleta Tirk.

Dewleta Tirk a faşîst têra provokasyon û komkujiyan nabe.

Ruhê berxwedanê yê li Kolnê destpê kir, li Newroza Frankfûrtê û li her devera Ewropayê veguheriye berxwedaneke mezin. Êdî cîhan vî dengê berxwedanê dibihîze û mafdar dibîne. Li her devera cîhanê dost êdî hewl didin piştgiriyê bidin vê têkoşînê.

Maskeya li ber rûyê Erdogan ê dîktator û dewleta Tirk a faşîst ketiye xwarê. Eşkere bû ku li herêmê terorê dike, komên terorê xwedî dike û ji bo komkujiyan bike wan bi rê dike. Herî dawî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku li Moskowayê komkujî kirin bi xwe mikur hatin ku ji Tirkiyeyê hatine.

Êrişa nijadperestî ya li Belçîkayê bi plan e.

Dengvedana pêngavê li cîhanê û yekbûna gelê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî, dewleta Tirk a faşîst ku şerxwaziyê dike, hîn bêhtir êrişkar kir. Dewleta Tirk ku hem li hundir hem jî li derve di nav krîzeke giran de ye, ji bilî girankirina şer û krîzê çareyeke xwe ya din nîne.

Ji ber vê yekê jî li dijî gelê Kurd li Ewropayê hewldanên provokasyonê bi rêxistin dike û dixwaze encamê bi dest bixe. Ev êrişa faşîst a ku li Belçîkayê ji aliyê konsolosxaneyên Tirk ve hate birêxistinkirin û polîsên Belçîkayê bêdeng ma, xwestin ku veguherînin şerê li kolanan.

Ev êriş bi qasî ku hewl bidin malên malbatên Kurdistanî bişewitînin û lînç bikin hatiye berfirehkirin.

Gelê Kurd li her devera ku lê ye divê îrade û rêxistiniya xwe xurt bike û li dijî êrişên faşîst bi hev re tevbigerin, li hemberî van provokasyonan amade be.

Em bang li gelê xwe dikin ku 25'ê Adarê sate di 12:00 de li ber Parlamenta Ewropayê tevlî xwepêşandana mezin bibe."