Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

KCDK-E'yê li dijî Erdogan bang kir ku li Cenevreyê derkevin kuçeyan

Serokkomarê Tirk Erdogan wê biçe Cenevreyê û li ser vê KCDK-E'yê bang li gel kir ku xwe berde kuçeyan û Erdogan şermezar bikin.

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê têkilî tevlêbûna Erdogan a li forûma li Cenevreyê banga çalakiyên protestoyê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Erdogan ê dîktator, kujerên zarokan, dijminê demokrasiyê û azadiya jinan wê 17-18'ê Kanûnê tevlî Forûma Penaberan a Global a 1'ê ya li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe.

KCDK-E'yê ragihand, "Erdogan dîktatorekî wiha ye ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zext û zordariyê dike, qirker e, bi hişmendiya DAÎŞ'ê ye û dijminê mirovahiyê ye. Erdogan dîktatorekî wiha ye ku siyaseta xwe ya gemarî li hemû cîhanê berbelav dike, çeteyên xwe yên barbar bi ser Şegalê Kurdên Êzîdî de, li Iraqê bi ser Asûriyan de, li Rojava bi ser Kobanê de şandiye û xwîn rijandiye.''

KCDK-E'yê  çalakiyên protestoyî yên li dijî dagirkeriya qirker a 9'ê Cotmehê ya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist û ragihand, "Di serî de Swîsrî, em bang li Kurdistaniyan, dostên wan û dilxwazê mirovahiyê dikin ku li dijî Erdogan xwedî li çalakiyên protestoyê yên mezin derkevin."

KCDK-E'yê qirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdan, komkujiya li Til Rifatê ku dewleta Tirk 8  zarok kuştibûn bi bîr xist û got, "Em bang li gelên Ewropî dikin ku li dijî vî dîktatorê devbixwîn, ji bo aştî û demokrasiyê bi mebesta protestoyê derkevin meydanan."

'EM Ê LI MEYDANAN BIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin 17-18'ê Kanûnê beriya civîna li Ofîsa Cenevreyê ya NY'yê û dema civînê Kurd, dostên wan û dilxwazên mirovahiyê, gelê Swîsre ku xwedî rêça demokrasiyê wê li meydanan bin, hemû bi hev re bi dirûşma, "Kujer Erdogan bicehime, kujerê zarokan Erdogan, Erdogan ê dîktator û faşîst, şefê DAÎŞ'ê ya barbar Erdogan tu nebixêr hatî" li dijî hatine Erdogan li meydanan bin.

KCDK-E'yê bang herî dawî bang li gelê Kurd kir ku 17-18'ê Kanûnê li dijî Erdogan li kuçeyên Cenevreyê be.