KCDK-E'yê ji bo mexdûrên lehiyê banga piştevaniyê kir

KCDK-E'yê ji ber felaketa lehiyê peyameke sersaxiyê weşand û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide mexdûrên lehiyê.

Di daxuyaniya kongreyê de hate bibîrxistin ku lehiya mezin a 15'ê Adarê li bajarên Kurdistanê rabû, bandoreke giran kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lehiya ku bandor li bajarên Riha, Semsûr, Meletî û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê kir, zor û zehmetî da gelek taxan. Li herêmê ku gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn, gel ji aliyekî ve li hemberî felaketa erdhejê li ber xwe dide, li aliyê din jî di nava şert û mercên neyînî yên erdhejê de hewl dide li ser piyan bimîne."

Daxuyaniyê wiha dwam kir, "Desthilatdariya faşîst ku ji ber ranta dide alîgir û çeteyên xwe cih û warê mirovan kir qada felaketê, jiyana gelê me ji nedîtî ve tê û bi rengekî dijminane tevdigere.

Piştî erdhejê di felaketa lehiyê de jî xemsariya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hate dîtin. Bajarên ku lehiyê bandor li wan kiriye, tevî ku 21 sal in di destê wan de ne, ji ber ku pêşkêşî rantxuran hatine kirin avahiya ekolojîk a bajaran xera bûne û mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Li gelek deveran gel li ber nûenrên herêmî yên desthilatdariyê rabû û nerazîbûn nîşan da.

Li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku gelê me di nava vê felaketê de bi tenê hişt, em banga piştevaniyê dikin. Em sersaxiyê ji malbatên kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin."