KCDK-E'yê li dijî êrîşên qirkirinê banga çalakiyên protestoyî kir
KCDK-E’yê ji bo piştgirîdayîna gelê Rojava û protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser gel bang li gelê li Ewropayê kir ku dakevin qadan.
KCDK-E’yê ji bo piştgirîdayîna gelê Rojava û protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser gel bang li gelê li Ewropayê kir ku dakevin qadan.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşa li ser gelê ku ji bo parastina Bendava Tişrînê bi rê ketin, şermezar kir û bang li gelê li Ewropayê kir ku dakevin qadan.
KCDK-E’yê wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker komkujî û êrîşên xwe yên qirkirinê didomîne. Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku bi hestiyar nêz bibin û li her derê dewleta Tirk ku komkujiyan li ser Kurdan didomîne, protesto bikin.
Gelê Rojava berxwedana xwe ya bi biryar didomîne. Bi hezaran sivîlên ku ji bo mezinkirina vê berxwedanê bi konvoyan ber bi Tişrînê ve bi rê ketin, rûbirûyê êrîşên dewleta Tirk hatin. Dewleta Tirk a dagirker ku xwest berxwedanê bişkîne, konvoya gel ku ber bi Tişrînê ve diçû bombebaran kir.
Di encama vê bombebaranê de ku rasterast gelê sivîl hedef girt, agahiyên şehîd û birîndaran tê. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî êrîşê bi hestyar bin û protesto bikin."