KCDK-E: Erdheja Gemlîkê fikarên me yên li ser Îmraliyê derxist asta herî jor

KCDK-E’yê ragihand ku piştî erdheja bi pileya 5,1 a li Gemlîkê fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye asta herî jor.

KCDK-E'yê bi bîr xist ku piştî erdheja Gemlîkê 13 erdhejên herî mezin bi pileya 4,5 pêk hatin û wiha got: "Tu xeberek ji Rêber Apo ku li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî ya faşîzma AKP-MHP'ê de dîl tê girtin, nîne. Ji bo tecrîda hatiye ferzkirin jî nikarin perdeyekî qanûnî çêbikin. Rêber Apo 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin, bi nexweşiyên kronîk ketiye û em tu agahiyê jê nagirin. Ji ber vê erdhejê fikarên me îro zêdetir bûye.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk a faşîst têkildarî rewşa tenduristî û jiyana Rêber Apo tu agahiyê nedaye û bi mehane nahêle parêzer û malbata Rêber Apo pê re hevdîtinê bikin. Em vê pergala tecrîdê ya ku li dijî rêgezên edalet û hiqûqa navneteweyî ye şermezar dikin û bang li hemû saziyên navneteweyî yên berpirsyar dikin ku erka xwe pêk bînin.

Daxuyaniyên Şaredarê Bajarê Mezin ê Bûrsayê yên der barê erdheja îro de ne zelal e. Ji Rêber Apo agahî negirtin û nehiştina hevdîtina bi parêzer û malbatê re fikarên me yên der barê jiyana wî de zêdetir kiriye.

Gelê Kurd Rêber Apo weke pêşeroj û xeta xwe ya sor dibîne. Daxwaz dike ku bêyî hincet bi Rêber Apo re demildest hevdîtin bên destpêkirin. Divê demildest hevdîtina parêzer û malbatên wan bê kirin. Divê demildest pergala faşîst a ku tecrîd û îşkenceyê bi salan e dimeşîne, bi dawî bibe.

Bi cezayên dîsîplînê yên domdar û bêhiqûqiyan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê nixumandin. Li dijî vê pergala giran a tecrîdê û nenaskirina wê, erka me ya sereke ye. Beriya her tiştî divê hemû saziyên me, gelê me û dostên me ji bo şikandina tecrîdê seferber bibin û pêl bi pêl pêngavê berfireh bikin.

Hewldanên ji bo tecrîdkirina Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd û vîna Kurdan a di şexsê Rêber Apo de hatiye nîşandan, wê bê encam bimîne. Gelê Kurd wê teqez bi Rêbertiya azad bi ser bikeve.

Weke KCDK-E em bi boneya erdheja îro careke din daxwaz dikin ku li ser jiyan û rewşa Rêber Apo agahiyan werbigirin û bêyî ku kêliyekê jî winda bikin em li ku bin bila bibin bertekên xwe nîşan bidin.”