KCÊE'yê ji bo çalakiya li Kleveyê banga tevlîbûnê kir -NÛ BÛ

Ji bo xwedîderketina li Şengalê wê di 4-6'ê Adarê de li bajarê Kleve yê Elmanyayê çalakî bê lidarxistin. Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê ji bo vê çalakiyê banga tevlîbûnê kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropayê (KCÊE) têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û ragihand ku wê di navbera dîrokên 4-5-6’ê Adarê de li Kleveyê çalakiyên xwedîderketina li Şengalê bên lidarxistin û banga tevlîbûnê li her kesê kir.

KCÊE ev got: “Bang li civaka xwe, welatparêz, dost û hevalên xwe dikin ku tevlî çalakiyên şermezarkirina êrîşên xeter ên li ser Şengalê tên kirin, bibin û xwedî li berxwedana Asayîşa Êzidxanê bibin û dengê Êzidxanê bilind bikin.

Divê em hişyar bin û xwedî li Asayîşa Êzidxanê derkevin, bêdeng nemînin. Eger ku em şagirtên Mam Beşîr û li ser rêya Mam Zekî ne, divê em heta dawî bi dilsozia wan, xwedî li Şengalê derkevin û biparêzin. 

Çawa ku dijmin li Garê têk çû, divê em nehêlin li Şengalê jî bi ser bikeve. Em berxwedana Garê silav dikin û dibêjin wê serketin a bîr û baweriya Mam Zekî û Mam Beşîr be

Em bang li gelê xwe yên herêma Dûîsbûrg, Wesel û Emmerîch dikin ku tevlî çalakiya ku wê 3 rojan dom bike, bibin.

Çalakî wê li bajarê Kleve 4,5,6’ê Adarê her roja saet 14:00 heta 16:00’an kon bê vedan û roja dawî jî wê bi meşekê dawî li çalakiya me bê anîn.”