Kartal: Yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan mecbûrî ye

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li bajarê Helsîngborgê yê Swêdê axivî û anî ziman ku gefên li Kurdistanê mezin in û yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan pêwîstî ye.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Yekşemê civîneke gel pêk hat.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, çalakiyên boykotkirina dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, hewldanên KNK û rewşenbîr û hunermendên Kurd ên ji bo yekîtiya neteweyî nirxand.

Kartal destnîşan kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava konsepteke êrişê ya li dijî partiyekê yan jî parçeyekî Kurdistanê nîne û got, dewleta Tirk dixwaze destketiyên Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê ji holê rake.

Kartal anî ziman ku rewşenbîr, hunermend û partiyên siyasî yên bi vê konsepta dewleta Tirk hesiyan ji bo yekîtiya neteweyî ketine nava hewldanên berfireh û destnîşan kir, KNK a ku kongreya xwe pêk anî di vê çarçoveyê de dest bi kar kir.

Kartal diyar kir ku ji bo partiyên Kurdan û rêxistinên civakî yên Kurdan wezîfeyeke mecbûrî ye ku hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî xurt bikin.

Kartal êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava bi bîr xist û ragihand ku pirsgirêka Kurd êdî navneteweyî bûye, ketiye rojeva raya giştî ya dinyayê û got, "Di vê serdemê de divê têkoşîna azadiyê ya Kurd li tevahiya Kurdistanê bê xurtkirin."

Kartal got, ji bo têkoşîn li çar parçeyan hîn bêhtir bê xurtkirin divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.

Kartal ji bo vê yekê bang li partî, rêxistin, rewşenbîr û hunermedan kir ku ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî bikevin nava hewldanên berbiçav û bi dengekî hevpar hîn bêhtir bandorê li raya giştî ya dinyayê bikin.