Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ li Ewropayê didome

Ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî kampanya 1’ê Mijdarê hatibûn destpêkirin li Swîsre, Elmanya û Fransayê dewam dike.

SWÎSRE

Li bajarê Bern ê Swîsreyê ji aliyê Meclîsa Jinan a Mizgîn, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad ve li stasyona trenê ya navenda bajar standek ya agahdarkirinê vedan.

Tevahiya çalakiyê aktivîstan belavok belavkirin û gel ji mijarê agahdar kirin. Çalakî saetên şevê bi dawî bû.

Li bajarokê Oltenê jî aktivîstên Meclîsa Jinan a Rojbîn û TCŞ’ê li nuqteyên girîng ên bajar pankart û afîşên ji bo azadiya Ocalan hatin hildan.

ELMANYA

Li bajarê Darmsadt a Elmanyayê li cihên cihê bi Elmanî û Tirkî pankartên ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ hatin daliqandin.

FRANSA

Li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyeke ya bêîtihatiya sivîl kirin. Çalakî saet 19:00’an li semta Cenonê destpê kir. Ciwanan pankartên bi nivîsa ‘7665 rojin Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ vekiri, tevahiya rê dirûşim bi Fransî û Kurdî qîr kirin.

Her wiha di çalakiyê de ‘provakasyonên PDK’ê’ jî hatin protestokirin.