Kahraman li Dusseldorfê hate bibîranîn
Şehîd Taylan Kahraman li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê hate bibîranîn.
Şehîd Taylan Kahraman li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê hate bibîranîn.
Şehîd Taylan Kahraman ê ku di 21’ê Kanûna 1998’an de xwe şewitandibû li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê hate bibîranîn.
Cihê ku Kahraman çalakî li dar xistibû, lê hate bibîranîn.
Di bibîranînê de Şengê Kahraman a ku diya Taylan Kahraman e û çalakgera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Gonul Kaya axivîn.