Jin û ciwan li Grîgnyê daketin qadan

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê, li banliyoya Grîgny a Parîsê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.

Li banliyoya Grîgny a paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya tevgerên jin û ciwanan ên Ewropayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalann û hewldanên dewleta Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Mexmûrê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me bihîst ku herî dawî 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Apo qedexe kirine. Faşîzma AKP-MHP'ê bi israr nahêle hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran û malbata wî re pêk were. Em ê vê tecrîdê ti carî qebûl nekin û hînî jiyana bê Rêbertî nebin. Bi zextên PDK û dewleta Tİrk, hêzên Iraqê dorê li Kampa Penaberan a Mexmûrê digirin. Em vê polîtîkayê jî ti carî qebûl nakin. Bila her kes zanibe ku em ê bibin dengê berxwedana xelkê xwe yê Mexmûrê. Ev çalakiya me ji bo hişyarkirinê ye. Weke Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger em ê ji niha û pê ve bênavber çalakiyan bikin. Em hişyariyê didin hêzên Iraqê û dewleta Tirk a faşîst."

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Mexmûrê" hatin qîrîn.