BI DÎMEN

Şervana YPJ'ê Havîn: Em ê li Tişrîn û Qereqozaxê dîroka berxwedanê binivisîn

Şervana YPJ'ê Havîn Qamişlo ya ku li eniyên pêş a di berxwedana Qereqozaxê de cih digire got, "Me çawa li Kobanê dîrok nivîsand, em ê li pira Qereqozaxê û li bendava Tişrînê jî dîroka berxwedanê binivîsin û dijmin li vir vala derxin."

ŞERVANA YPJ'Ê HAVÎN

Dewleta Tirk a dagirker ji 8'ê Kanûna 2024'an û vir ve bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîşî Qereqozax û Tişrînê dike. Şervanên QSD, YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemberî êrîşên dagirkeran berxwedanê raber dikin.

Şervanên YPJ'ê li eniya Qereqozaxê li hemberî dewleta Tirk a dagirker di kozikên herî pêş de cih digirin. Ji şervanên YPJ'ê Havîn Qamişlo ya ku di eniyê de cih digire, berxwedana hêzên wan wiha dinirxîne:

"Em wek şervanên QSD û YPJ'ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk bersivên xurt didin. Ev berxwedan hişt ku artêşa dewleta Tirk a dagirker nêzî herêma me nebe û gav paş de bavêje. Hevalan nehiştin ku dijmin bikeve bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê. Di demên dawî de hêjmara çeteyên girêdayî dewleta Tirk zêde bûn. Lê em li Qereqozaxê li hemberî êrîşan berxwedanek mezin didin. Dijmin her çiqas bixwaze erdên me dagir bike û ji bo vê hewl bide jî wê negihîje armanca xwe.

Ji bo dijmin gav neavêje erdên me soz û biryardariya me heye. Ne tenê gelê Rojava, pêwîste herkes bizanibe ku em li pey şopa hevalên xwe yên şehîd in û em ê tu car gav paş de neavêjin. Her hevalê/a me yê ku digihîje şehadetê ji bo me dibe biryardariya serkeftinê. Wek şervanên herêmê diparêzin em ê li hemberî êrîşên dijmin bersivên dijwar bidin û dijmin vala derxin.

Çawa ku li Kobanê me li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir û dîrok nivîsand, em ê li bendava Tişrînê û li pira Qereqozaxê jî dîroka berxwedanê binivîsin û dijmin vala derxînîn."