Ji El Holê 2 zarok anîn Fînlandiyayê
Ji Kampa El Hol a di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye 2 zarok êvara Şemiyê anîn Fînlandiyayê.
Ji Kampa El Hol a di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye 2 zarok êvara Şemiyê anîn Fînlandiyayê.
Ji rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Derver ya Fînlandiyayê Pekka Pûûstînen êvara Şemiyê civîneke çapemeniyê pêk anî û ragihand ku du zarokên li Kampa El Holê anîn Fînlandiyayê.
Pûûstînen ragihand ku ji bo parastina mafên kesayetan ew eşkere nakin ku zarok kî ne.
Hate ragihandin ku zarok di ser Iraqê re ji aliyê wezîfedarên Wezareta Karên Derve bi balafirên anîn Balafirgeha Vanda ya Helsînkiyê û radestî rayedarên saziya Tenduristî û Civakî kirin.
Aqûbeta 10 jin û 30 zarokên li Kampa El Holê li Fînlandiyayê bû sedema nîqaşên mezin. Partiyên mûxalefetê Wezîrê Karên Derver Pekka Haavîsto sûcdar kirin ku bêyî agahiyên bi parlamentê re parve bike ji bo anÎna yên li Kampa El Holê planek amade kiriye û pêşnûmeya pêbaweriyê der barê Haavîsto pêşkêş kiribûn.