Ji bo Ocalan li Stockholmê çalakî hate lidarxistin

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê, Meclîsa Jinan a Amara, Komeleya Piştevaniyê, Meclîsa Jinan a Sara, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan û PJAK jî di nav de bi banga rêxistinên civakî yên sivîl li meydana Sergeltorg doh êvarê çalakiyek hate lidarxistin.

Ji Meclîsa Jinan a Amara Ayşe Goktepe, ji Komîteya Stockholmê ya PJAK'ê Amîr Babakîrî, ji Platforma Kurdistana Serbixwe Karwan Saîd û aktîvîstê Îranî Hamîd li qada çalakiyê axivîn. Qisekeran bal kişandin ser şewata li Girava Îmraliyê û diyar kirin ku gel û dostên Kurdan ji ber tenduristî û jiyana Ocalan bi fikar e.

Qisekeran xwestin ku tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan û girtiyên din karibin tavilê bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Her wiha bang li hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.

Ayşe Goktepe diyar kir, şewata li Girava Îmraliyê polîtîkaya êrişê û tepisandinê ye ya li dijî Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Goktepe bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku roja 5'ê Adarê Pêncşemê saet di 15:30'î de tevlî çalakiya li pêşiya avahiya Yekîtiya Ewropayê ya li navnîşana Stockholm Regerîngsgatan 65 bibin.

Di çalakiyê de ji bo şermezarkirina dewleta Tirk û ji bo berdana Ocalan dirûşm hatin qîrîn.