Ji bo Ocalan li Stockholmê bê navber çalakî

Kurdistaniyên ji roja Dûşemê ve li Stockholmê bi daxwaza şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan dikin, di seatên êvarî de carek din daketin qadan.

Kurdistaniyên ku dixwazin agahiyek di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bigrin, li Stockholma paytexta Swêdê bê navber çalakiyên xwe berdewam dikin.

Kurdistaniyên di seatên êvarî de li Meydana Sergelstorgê hatîn gelhev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û doza ji bo girtina HDP’ê hatî vekirin şermezar kirin. Axaftvanan daxwaza berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên HDP’ê û girtiyên siyasî kirin.

Di axaftinên li ser navê Meclisa jinan a Amara hatî kirin de, bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê gele ku dikare aşitiyê bîne Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn. Daxwaza şikandina tecrîda li ser Ocalan hate kirin û xwestin ku hevdîtinê bi malbat û parêzeran re pêk bê.

Kurdistaniyên ku flamayên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hilgirtîn, di tevahiya meşê de dirûşmeyên bi daxwaza azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk û Erdogan berz kirin.