Ji bo Ocalan li Brîtanyayê civînek hate lidarxistin

Li Brîtanyayê di konferansa salane ya Sendîkaya Genel Îş’ê de ya ku 800 hezar endamên wê hene, ji bo ‘Kampanyaya azadî ji bo Ocalan’ rûniştinek hate lidarxistin.

Çalakiyên sendîkayên Brîtanyayê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.

Li bajarê Brîghtonê yê Brîtanyayê Sendîkaya Genel Îş a ku 800 hezar endamên wê hene, konferansa xwe ya salane li dar xist. Rûniştineke konferansê ji bo kampanyaya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Di axaftinan de hate diyar kirin ku berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bandoreke mezin ava kirine û girêdayîbûna gelê Kurd a bi Ocalan re careke din hatiye îspatkirin.

Hate diyarkirin ku divê dewleta Tirk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berde û ji bo çareseriya aştiyane ya doza Kurdan, li ser maseya muzakereyê rûnê.