'Ji bo ku dîktator têk biçe divê her kes dengê xwe bikar bîne'

Koordînasyona Hilbijartinê ya Yekîtiya Ked û Azadiyê ya Ewropa û Derveyî Welat têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê agahiyên girîng parve kir û bang li her kesî kir ku dengê xwe ji bo têkbirina dîktator bi kar bîne.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Yekîtiya Ked û Azadiyê ya Ewropa û Derveyî welat têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku divê herî dereng heta 2’ê Nîsana 2023’yan her kesê ku li Ewropayê dijî li her konsolosxaneyekê qeyda xwe ji bo dengdayînê bike û ev tişt hatin gotin: "Di 14'ê Gulana 2023'an de wê di dîroka demokrasiya Tirkiyeyê de hilbijartina herî krîtîk bê kirin. Di van hilbijartinên ku em weke hilbijartinên stratejîk pênase dikin de yan tarî yan jî ronahî, yan dîktatorî yan jî demokrasî wê bê hilbijartin. Her kes dibêje ku di vê hilbijartinê de her deng pir girîng e. Em dizanin ku her denga ku neyê bikaranîn wê faşîzma AKP-MHP’ê xurt bike û xizmeta dirêjkirina temena dîktator Erdogan bike. Bi vê zanînê divê her dengdêr dengê xwe bide.

Divê her kesê alîgirê demokrasî, azadî û wekheviyê ye dengê xwe bide xurtkirina demokrastiyê û têkbirina faşîzmê. Di van salên dawî de bi hezaran rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, sendîkavan û kesên xwedî fikr û pîşeyên cuda, di encama polîtîkayên rejîma qirker û mêtînger a dîktator Erdogan de neçar man ku welatê xwe biterikînin. Pir girîng e ku ev kesên ku herî zêde ji bo têkbirina desthilatdariya faşîst a heyî ked dane û bedel dane, ji bo pêşxistina demokrasî û azadiyan dengê xwe bikar bînin. Divê ev kes bi lezgînî qeyda xwe yê dengdayînê bikin. Ev kesên ku li hemberî hemû zehmetiyan têdikoşin, divê bi çareseriya pirsgirêkên burokratîk bibin mijara vê pêvajoyê. Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku rêya 3’yemîn temsîl dike û siyaseta demokratîk a ku em ê bi perspektîfa demokrasî û azadiyê di van hilbijartinan de pêk bînin wê teqez bi ser bikevin. Gelên me yên li Ewropayê dijîn jî wê di vê serkeftinê de xwedî cihekî girîng bin. Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de divê armanca me ew be ku dengên me yên di hilbijartinên giştî yên sala 2018'an de bi dest xistine, bi kêmanî du qat bikin.

Ji ber ku bandora dengên dervî welat di vê hilbijartinê de zêde dibe, hemû partiyên damezrîner xebatên hilbijartina dervî welat kirine rojeva xwe ya sereke. Bi zanîna ku em nûnerên mûxalefeta demokratîk a bingehîn, pêkhateyên bloka azadiya kedê ne, divê em hemû hêza xwe seferber bikin ji bo xwe bigihînin her kesên rastî zilma vê desthilatdariyê tên, ji bo hilbijartina bloka azadiyê ya kedê ku demokrasiya rasteqîn û çareserî ye, di hilbijartinan de bixebitin.

Divê hemû komîsyon û xebatkar her kesî li derdora xwe bi moral û motîvasyoneke bilind seferber bikin. Heta ku cezayê girtîgehê yê teqez nehatibe birîn, her kesê ku hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê ye (çi nû serlêdana penaberiyê kiriye, çi li kampê be, çi qeyda wî ya lêgerînê hebe) mafê dengdanê heye. Ev maf bi tu awayî nayê astengkirin. Ji ber vê yekê her kesê ku di van salên dawî de derketiye dervî welat, herî dereng heta 2’ê Nîsanê li her konsolosxaneyê qeyda xwe bike.

Divê hemû komîsyonên me yên hilbijartinê bi lezgînî erkên xwe bi cih bînin û bi deh hezaran hilbijêrên nû hatine welêt qeyd bikin, alîkariyê bidin wan û wan bibin konsolosxaneyan. Tu jî were destê xwe bike binê kevirê û em bi hev re van ewrên tarî belav bikin. Ji bo ku dîktator têk biçe û bloka Ked û Azadiyê di meclîsê de têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê bimeşîne, divê her kes seferber bibe. Bi hev re em ê bi ser bikevin. 14'ê Gulanê wê bibe roja têk çûna AKP'ê."

BERNAMEYA HILBIJARTINÊ

1. Kî dikare deng bide: Her kesê ku hemwelatiyê Komara Tirkiyê ye (di nav de hemwelatiyên du welatan) hilbijêr e, heya ku bi biryara dadgehê ya dawî ji mafê dengdanê bêpar nemîne. (Penaberê nû, ku mafê rûniştinê wergirtiye yan jî hê nekiriye, xwendekar, karmend hwd.)

2. Dîroka Qeydkirina Hilbijêran a Nû: Qeydên dengdanê ya nû heta 2’yê Nîsanê tê kirin. Ji bo qeydkirina dengdayîna dervî welat, pêwîst e biçin konsolosxaneyan û Forma Navnîşanê dagirin. Di 18-19’ê Adarê de jî dê rojên Şemî û Yekşemê konsolosxane vekirî bin.

3. Ji bo Qeydkirina Hilbijêrên Nû Agahiyên Pêwîst: Divê hûn bi nasnameya xwe, ehliyet (destûra ajovaniyê), belgeya zewacê, nasnameya pîşeyî ya bi hejmara Komara Tirk û wêneyê xwe biçin konsolosxaneyê û qeyda xwe bikin.

4. Kesên ku Belgeyên wan tune ne: Mînak kesên ku nasnameya wan a Komara Tirk nebe, ji belgeyên ku me li jorê rêz kirine, yek jî hebe mînak ehliyeteke kevin a bê nimreya nasnameya Tirkî) an bi nasnameya xwe ya penaberiyê hebin, divê serî li konsolosxane an nûneratiyê bidin, pêşî nusxeyek bistînin. Pêşî qeyda nasnameyê dike û paşê bi van her du belgeyan qeyda xwe bikin. Dikarin bi van belgeyan nasnameya nû jî bixwazin. Şîfreya e-dewletê bi 5 Euroyan ji bo kesên ku qeyda dengdayînê dikin tê dayîn.

5. Ji bo Kesên ku Demkî li Derveyî Welat in: Xwendevan, karmend û hwd ku qeyda wan a dengdanê li Tirkiyeyê ye, lê heta 14’ê Gulanê nikaribin vegerin Tirkiyeyê. Ji bo ku qeyda wan li derve were girtin, divê biçin konsolosxaneyê, belgeya xwendekar an karmendê pêşkêş bikin û forma navnîşanê tije bikin.

6. Lêpirsîna dengderan: Di navbera 20’ê Adarê û 2’yê Nîsanê de li ser malpera https://www.ysk.gov.tr ê bi înternetê dikare bê kirin. Heke hûn ne qeydkirî bin an jî agahiyên we xelet be, divê hûn herî dereng heta 2’ê Nîsanê rast bikin da ku hûn bikarin deng bidin.

7. Dengdan: Hilbijartinên li derveyî welat diguhere, lê dê di navbera Pêncşemê 27’ê Nîsana 2023’yan û Sêşemê 9’ê Gulana 2023’yan de were kirin.

8. Dengdana li deriyên gumrikê: Dengdan dê li deriyên gumrikê di navbera Pêncşema 27’ê Nîsana 2023’yan û Yekşemê 14’ê Gulana 2023’yan de were kirin.

9. Nêzîkatiyên keyfî: Dibe ku hin karmend xwedî nêzîkatiyek keyfî bin. Bi her awayî hemwelatiyên me yên ku di dema qeydkirinê de her çendî şert û mercên li jor hatine destnîşan kirin jî, rastî astengiyan bên, divê demildest bi xebatkar û koordînasyonên me yên hilbijartinan li bajaran re têkilî daynin, da ku rê li nêzîkatiyên neqanûnî û keyfî yên hin karmendên konsolosxanê bê girtin.