Ji bo kesên ku di erdhejên bi lerza 7.8 û 7.7 yên ku li Mereşê pêk hatin û bandorê li bajarên Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê kir, jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Dresden a Elmanyayê şîn hat danîn. Şîn ji aliyê Meclîsa Jinan a Ûta ve hat organîzekirin.
Şîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dresdenê hat danîn û malbatên ku xizmên wan di Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxî qebûl kirin.
Parlementera berê ya HDP’ê Besîme Konca ku beşdarî şînê bû, axaftinek kir. Konca got: “Gelek ji me malbat û xizmên wan li wir di bin kavilan de ne. Dibe ku li Dîsasporayê xaniyê me xira nebû, lê em jî êşiyan, dilê me şewitî. Em ê travmaya vê bijîn. Em niha hê di binê kavilan de ne, cenazeyên xwe digerin. Cenazeyên me li ba hev hatin rêzkirin û veşartin. Me nikarî ku li gorî baweriyên xwe bin ax bikin. Ji ber vê yekê dibe ku em bi salan êşa vê bijîn, lê em ê birînên xwe bipêçin û têkoşîna xwe bidomînin.”
Şîn wê sibe di navbera saet 12:00 û 17:00’an de bidome.