Ji bo Halîl Şen wê 3'ê Adarê li Dresdenê merasîm bê lidarxistin

Ji bo Halîl Şen ku li dijî komploya navneteweyî 12'ê Sibatê li bajarê Dresden ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû, 3'ê Adarê roja Çarşemê wê li ber NCDK a Dresdenê merasîma ji bo cenaze bê lidarxistin.

FED-KURD wê ji bo Halîl Şen ê ku di salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo şermezarkirinê bedena xwe da ber agir, di 3'ê Adarê de saet 14:00 li ber NCDK a Dresdenê merasîmê li dar bixe.

FED-KURD'ê bi bîr xist ku Halîl Şen sala 1971'ê li gundê Ludê yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bûbû û hate gotin, "Dema ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên bi pêşengiya fermandar Mahsûm Korkmaz derba destpêkê ya çekdarî li Dihê li dewleta Tirk xistin, hevalê Halîl 13 salî bû. Wê demê xaka mirî ji ser Kurdistanê dihate rakirin û berxwedaneke nû dihate destpêkirin. Hevalê Xelîl her tim bi coşa wê roja destpêkê kar kir, di heman demê de bi hêrsa mezin a li dijî dijmin her tim tevlî têkoşînê bû."

FED-KURD'ê ragihand ku Halîl Şen welatparêz û kedkarekî azadiya Kurdistanê bû û wiha dewam kir, "Hevalê Xelîl 12'ê Sibata 2021'ê roja Înê saet di 13:30'î li ber avahiya parlamenta eyaleta Saksonyayê ya Elmanyayê li Dresdenê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

Asta berxwedêriya xwe ya li dijî zilmê bi vê çalakiyê nîşan da. Hevalê Xelîl divê bi teorî û pratîka xwe ji bo Kurdê li dîasporayê bibe pîvana welatparêziyê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku merasîma cenaze wê 3'ê Adarê saet 14:00 li Oschatzerstr. 26 Dresdenê li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk were û banga tevlîbûna li merasîmê li Kurdistaniyan hate kirin.