Ji bo Halîl Şen li Dresdenê merasîmek girseyî lidar xistin

Piştî merasîma Halîl Şen ê ku roja 12’ê Sibatê li ber Parlemetoya Eyaletê ya li Dresdenê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna bedena xwe dayî ber agir, şandin warê wî Dihê.

Halîl Şen ê Kurdistanî ku li ber Parlementoya Eyaletê ya li bajarê Dresden a Elmanyayê roja 12’ê Sibatê ji bo protesto kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dayî ber agir û şehîd bûyî, piştî merasîma hatî lidarxistin şandin warê wî navçeya Dihê ya Sêrtê.

Bi sedan Kurdistanî, rêxistinên çep ên nava piştevaniya bi Tevgera Azadiya Kurd re û Parlementerê Partiya Çep a Parlementoya Eyaleta Saksonyayê Mîrko Schûlze de tevlî merasîmê bû.

Axaftina vekirina merasîma li kolana ku komeleya Kurd lê ya li Dresdenê hatî lidarxistin Endamê Saziya Rêveber a FED-KOM’ê Kerem Gok kir û gotinên Rêberê Gelê Kurd ên di derbarê şehîdan de birî anî û banga xwedî derketina li bîranîna Halîl Şen kir. Gok nemaya Şen li peyxwe hiştî jî xwend.

Li ser navê Heyva Sor a Kurdistanê Cengîz Toy got: “Wî tu carî tecrîda li ser Serok Apo qebûl nekir.”

Endamê Saziya Rêveber a FED-KURD Menderes Canbek jî got: “Heval Halîl jî gotibû ku ew vê jiyana qirêj qet qebûl nake.” Canbek wiha domand: “Em ê Serok Apo azad bikin, Kurdistanê azad bikin. Heval Halîl em soz didin te; Têkoşîna te li erdê namîne. Di rêya birûmet a ku têde meşiyayî heta serkeftinê emê bimeşnin.”

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî bibîr xist ku çalakiya Halîl Şen ne tenê protestoyek li dijî tecrîdê bû, heman demê rexneyek bû li ser gelê xwe kirî.

Parlementerê Partiya Çep ê Parlementoya Eyaleta Saksonyayê Mîrko Schûlze jî bi bihîstina jiyana xwe ji dest dana Halîl Şeh xemgîniya xwe anî ziman û got: “Divê têkoşîna wî dida em bi hev re berdewam bikin, ji ber ku pêwîstiya me bi vê heye.”

Di axaftinên li ser navê Komîteya Womend Defend Rojava Dresden hate diyarkirin ku têkoşîna ku Halîl Şen dimeşand ji bo wan çavkaniya îlhama têkoşîna ji bo azadiyê ye.

Piştî merasîmê cenazeyê Halîl Şen li ber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” şandin warê wî Dihê.