Ji bo gerîllaya YJA Starê’ê Rûhal Amûdê li Lînzê şîn hate danîn

Gerîlaya YJA Starê Rûhal Amûdê (Rihan Muhammed) a ku di meha Hezîranê de li Gabarê şehîd bûbû, li bajarê Lînzê yê Evûstûryayê hate bibîranîn.

Şîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Lîncê hate gerandin.

Rûhal Amûdê di 13’ê Hezîranê de li qada Çiravê ya Gabarê di operasyoneke dewleta Tirk a dagirker de tevî du hevalên xwe şehîd bûbû.

Birayê wî di şînê de axivî û got, “Dijmin ji bo şikandina têkoşîna azadiyê ya Kurdan ferqê naxe navbera sivîl û gerîlayan û metodên cihê êrîş dike. Rêberê me di Îmraliyê de dîl digire, êrîşî Kurdan û siyasetmedaran dike. Lê gerîla hesabê vî tiştî dipirse û bi serbilindî şer dike. Birayê min jî tevlî vê têkoşînê bû û şehîd bû. Wê têkoşîna me ya azadiyê heta azadbûna Rêber Apo bidome.”