Ji bo Erkoçak merasîma bîranînê hate lidarxistin

Kedkarê doza sosyalîzmê û parêzvanê mafên mirovan Kamber Erkoçak ku li sirgûnê li Berlînê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate oxirkirin.

Kamber Erkoçak di 3'ê Adarê saet 04:00 de li mala xwe ya li taxa Kreûzberg a Berlînê jiyana xwe ji dest dabû. Erkoçak ê 57 salî 3 sal bû ku bi kansera pişikê ketibû.

Ji bo Erkoçak roja Pêncşemê li Mala Cem a li Berlînê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Erkoçak li ber helbesta "Bekle Bîzî Îstanbûl" a Vedat Turkalî ber bi Stenbolê ve hate oxirkirin.

Bi sedan demokrat û şoreşgerê Kurd, Tirk û Elman beşdarî merasîmê bûn.

Cenazeyê Erkoçak wê roja Înê li Esenyûrtê bê veşartin.