Ji bo civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya li Berlînê banga vexwendinê hate kirin

Tifaqa Ked û Azadiyê-Berlîn ji bo tevlîbûna civîna 26'ê Adarê ya li Berlînê kir, bang kir.

Tifaqa Ked û Azadiyê - Berlîn banga tevlîbûna civîna di 26'ê Adarê kir. Di bangê de hate diyarkirin, partiyên ku ji desthilatdariya heyî bandor bûne divê bi hev re amadekariya hilbijartinên 14'ê Gulanê bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke hûn jî dizanin hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’an wê bibe yek ji xalên herî girîng ên dîroka komarê. Me hemûyan bi hev re dît ku rejîma yekzilamî ya desthilatdariya AKP-MHP’ê rê li ber çi vekiriye. Rejîma yek zilamî ya ku bi tena serê xwe biryara her tiştî dide, herî dawîn li welatê me bû sedema bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û gelê me dema di bin kavilan de bin, can bidin.

Êdî sebra gelên Tirkiyeyê nemaye ku rojekê jî tehamulî vê rêveberiyê bike.

Tifaqa Ked û Azadiyê-Berlîn ji bo xebatên hilbijartinê, banga civînê li derdorên demokratîk kir.

Dîrok : 26.03.2023

Cih: Cemaata Dêrsimê

Saet: 14.00