Ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê çalakî hate kirin

Li bajarê Strasboûrg a Fransayê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TEKO-JIN li Qada Kleber posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 100 metreyî daliqandin û tecrîd protesto kirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg a Fransayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ li Qada Place Kleber saet 19:30’î çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de li qadê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 100 metre ku ‘Ji bo Ocalan Azadî’ li ser heyî hate vekirin.

Çalakiya ku bi desteka ciwanên enternasyonalîst hate kirin, komeke faşîst kete pey prvakasyonan, lê hatin astengkirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi fîzîkî azadiya wî divê çalakiyên xuliqkar bên kirin û bi xurtî bê domandin.

Çalakî bi dirûşmên Fransî û Kurdî yên weke ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Faşîst Erdogan’ bi dawî bû.