Ji ber êrîşa faşîst a li Parîsê kesek hat girtin, 5 jî hatin berdan

Li paytexta Fransa Parîsê ji 6 kesên ji ber êrîşa li ser Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî (ACTIT) hatin binçavkirin, yek jê hate girtin, 5 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li gorî nûçeya AFP'ê dozgeriya Parîsê ev kes sûcdar kir ku ji bo tundiyê yan jî zerardayinê tevlî komekê bûne û bi zanebûn tundî kirine.

Ji 6 kesên hatin sûcdarkirin kesek hate girtin, bi şertê kontrola edlî jî 5 kes hatin berdan.

Li gorî Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê hemû gumanbar ji 'tevgera rastgiriya tund a radîkal hatine'.

Di dema êrîşê de zêdeyî 20 kesên ku maske dabûn ber rûyê xwe dirûşma "Parîs Nazî ye" qîriya bûn û êrîş biribûn ser avahiya ACTIT û Young Struggle (YS), kesek birîndar kiribûn.