Ji Akademiya Swêdê doz li Naziyan
Akademiya Swêdê doz li organa weşanê ya Naziyan Nordfrontê vekir.
Akademiya Swêdê doz li organa weşanê ya Naziyan Nordfrontê vekir.
Akademiya Swêdê ya xelata Wêjeyê ya Nobelê dide, bi dijberiya organa weşanê ya Naziyan Nordfrontê (Eniya Bakur), bi sûcdariya ku berhemên nivîskar û helbestkaran bi armanca nîjatperest bi kar tîne, doz vekir.
Nordfront organa weşanê ya Tevgera Berxwedana Bakur a rêxistina Naziyan (NMR) ku li Skandinavya ya herî nîjatperest û êrîşkar e. NMR wiha tê naskirin ku koçberan û dijberên nîjatperestan dike hedef, fikrên nîjatperest û dijminatiya li biyanan berbelav dike.
Kovarê sala bihurî berhemên 3 nivîskar û helbestkarên Swêdî ku beriya bi 70 salî mirine ji bo ku ji ramanên xwe yên nîjatperest re bikin palpişt weşand.
Saziya civaka sivîlan a hiqûqnasan Jurîdîkfronten ((Eniya Hiqûqê) serî li Akademiya Swêdê da, da ku ji bo mafê nivîskarên ku najîn biparêze hewl bide.
Eniya Hiqûqê di nameyê de ya ku ji Akademiya Swêdê re şandî, xwest ku destûr neyê dayin ku Nazî berhemên nivîskarên Swêdî Esaîas Tegnêr, Verner von Heîdenstam û Vîktor Rydberg 'ji bo berbelavkirina ramanên nîjatperest' û 'berzkirina nîjada Arî' biweşîne.