Jeremy Corbyn: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan dibe

Lîderê berê yê Partiya Karker Corbyn li Konferansa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' axivî û bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya bi azadiya Mandela li Efrîkaya Başûr destpê kir. Corbyn got, "Heta ku Abdullah Ocalan girtî be, aştî û çareserî nayê Tirkiyeyê."

Konferansa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ya 2'yemîn ku li paytexta Îngilistan Londonê bi pêşengiya sendîkayan û Meclîsa Gel a Kurd pêk hat, bi dawî bû.

Di beşa piştî nîvro ya konferansê de bi navê "Teoriya dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û pêkanîna wê" û "Krîzên li Rojhilata Navîn û Çaredariya Rojhilata Navîn a Demokratîk a Abdullah Ocalan" du rûniştin hatin lidarxistin.

Di rûniştina "Jin, Jiyan, Azadî" de ku paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nirxandin, akademîsyen û endama Komîteya Jineolojiyê ya Londonê lîda Kayhlo axivî. Kayhlo destpêkê Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û Emîne Kara bi bîr anî ku hemû jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Kahylo diyar kir ku xeta 'azadiya jinê' ya Ocalan bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji bo hemû tevgerên jinê yên li cîhanê û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan nîşan da, jinên li cîhanê dikarin li hev kom bibin û bibin hêzek. Kayhlo anî ziman ku jinên Kurd li dora fikrên Ocalan meşa azadiyê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' veguherandina raperîneke azadiyê.

SAEED: DEMOKRASÎ BI ABDULLAH OCALAN BÛ XWEDÎ SÎSTEMEKÊ

Di rûniştina 'Konfederalîzma demokratîk" de Dr. Seewan Saeed qala sîstema Konfederalîzma Demokratîk kir û pêvajoya dîrokî ya demokrasiyê vegot. Saeed diyar kir ku gotina 'Demokrasiyê' ji aliyê Abdullah Ocalan ve nehatiye afirandin, lê belê bi wî re bûye xwedî paradîgma û sîstemekê û got, "Ocalan tiştekî gelekî bêhempa kir. Pênaseyên demokrasiyê hemû kir tezek."

CORBYN: SÎSTEM LI HEMBERÎ KURDAN BÊREHM E

Di dawiya konferansê de jî lîderê berê yê Partiya Karker û parlamenter Jeremy Corbyn axivî. Corbyn got, "Dem ew dem e ku zexta sedsala dawî li Kurdan hatiye kirin bê bîranîn. Dem ew dem e ku mafên Kurdan ên di sedsala dawî de ji wan re nehatin dayin, bê bîranîn. Kurdan ji dema hilweşîna Osmanî û vir ve li her qadê zext û zorî dîtine. Ji bo karibin nasname û zimanê xwe biparêzin bi biryardarî têkoşiyan. Ji bo çarenûsa xwe diyar bikin têkoşiyan. Ev têkoşîn bû sedem ku li Iraq, Sûriye û gelek welatan bi hezaran Kurd jiyana xwe ji dest bidin. Hurmeteke mezin didim dîrok, çand û nasnameya Kurdan. Di demên cuda de min serdana Kurdistanê kir. Fêhm dikim ku xweparastina Kurdan çiqasî bi wate ye. Kurd timî bi parastina dîrok û zimanê xwe jiyana xwe ava dikin. Ji bo Kurdan heta niha jiyaneke aştiyane çênebû. Encama ji erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê derkete holê ew e ku li hemberî Kurdan sîstemeke bêrehm heye. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê alîkariya ji bo Kurdan tê astengkirin ku ev yek nîşan didin bê li hemberî Kurdan di nava helwesteke çawa de ne. Heta ji destê me bê divê em alîkariya lezgîn bikin. Tevna piştevaniyê ya ku Kurdan li Ewropayê danîn gelekî bandor li min kir.

'AŞTÎ BI AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIBE'

Corbyn destnîşan kir ku divê ew giraniyê bidin ser karên ji bo aştiya demdirêj û got, "Heta ku Abdullah Ocalan girtî be aştî û çareserî nabe. Bi dehan sal in di bin êrîş û tecrîdê de ye. Heta niha li ser tenduristî û rewşa wî agahiya me nîne. Tecrîdeke mutleq lê tê ferzkirin. Eger em aştiyê dixwazin -ku em aştiyê dixwazin- wê demê divê em danûstandinan bikin. Ji bo danûstandinan û aştiyê divê nûnerên gel tevlî bên kirin. Bi bidawîgirtina girtina Nelson Mandela re pêvajoyeke aştiyê destpê kir. Her tişt bi azadiya Mandela destpê kir. Di salên 1980'î de dema min xwest ku bi ÎRA'yê re pêvajoya danûstandinan bê destpêkirin, rexneyên gelekî giran li min hatin kirin. Lê belê piştî 15 salan pêvajoya aştiyê gelekî bi lez çû. Agirbest hatin ragihandin. Û di rêya çareseriyê de Peymana Belfastê hate afirandin. Bi vê peymanê re li Îrlandayê atmosfereke gelekî cuda çêbû. Ev jî nîşan dide ku teqez pêwîstî bi pêvajoyeke aştiyê heye. Divê bi kesên ku gelê Kurd temsîl dikin pêvajoyeke aştiyê bê destpêkirin. Li hemû welatên ku Kurdistan li nav e bi hevdemî danûstandinek ji bo aştiyê pêk were. Ji bo aştî û danûstandinan jî ez piştgiriyê didim azadiya Abdullah Ocalan. Ji ber ku ev danûstandina aştiyê tenê bi wî dibe."

Corbyn her wiha spasiya gelê Kurd kir ku piştevanî di erdhejê de ji bo mexdûran dike û bi gotina "Bijî gelê Kurd" dawî li axaftina xwe anî.