Hiqûqnasên Swîsrî: Bila guşarên 'Rojava' li Tirkiyê were kirin

Hiqûqnasên Swîsrî diyar kirin dagirkeriya Tirk a li ser Rojava dijî hiqûqê ye û xwestin guşar li Tİrkiyê were kirin.

Li Swîsreyê 6 jê profestor, 17 jê pisporê hiqûqê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava di rojnameya Aftonbladetê de, ku tîraja wê 800 hezar e, bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk gelek sivîl û gerîla şehîd Bûne, 70 hezar jê zarok, 300 hezar kes ji bêgavî şûnwarê we berdane û ev her ku diçe zêdetir dibe.

'RÊ LI DAÎŞÊ HATE VEKIRIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin deskeftiyên dijî DAÎŞ'ê yên ku hêzên Kurd di vê serkeftinê de diyarker bûne bi êrîşên Tirkiyê re berepaşkî diçin û hate diyarkirin bi êrîşên Tirkiyê rê li geşedana DAÎŞ'ê ya li herêmê hatiye vekirin û pêşketina li dijî DAÎŞ'ê niha bi êrîşên Tirk re ketiye rewşeke taloke.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ji Rojava ti êrîş neçûye ser Tirkiyê û ku tiştekî wiha rû bidaya jî li ber nîqaşan e bê ka êrîşa Tirkiyê hewce ye yan na û bi rêje ye yan na.

'ASTENGKIRINA ALÎKARIYÊ BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWÎ YE'

Hiqûqnasên  Swîsrî her wiha gotin çeteyên bi desteka Tirkiyê sûcê şer û mirovahiyê kirine, bal kişandin ser çeka fosora spî ku dewleta Tirk li dijî Kurdna bi kar anîbû, her wiha hate diyarkirin ji ber tevlîheviya li herêmê alîkariya mirovî tê rawestandin û ji ber tirsa ewlehiyê personelên navnetewî ji herêmê têne derxistin û astengkirina alîkariya mirovî, tehliyekirin û xizmeta tendirisityê binpêkirina hiqûqa navnetewî ye.

Hiqûqnasan gotin, ''Em êrîşên leşkerî yên yek alî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi tundî şermezar dikn. Êrîş binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Aramî û ewlehiya herêmê têk dibe. Êşên nû bi wî gelî didin jiyîn ku ji şer ziyaneke giran lê bûye, dibe sedema koçberiya bi zorê ya sivîlan û dike ku DAÎŞ dîsa zindî bibe.''

Hiqûqnasan bang kirin ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi berpiryarî rabe û ji bo ku parastina jiyana sivîlan herêma ewle were avakirin.

'DIVÊ GUŞAR LI TIRKIYÊ WERIN KIRIN'

Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin guşar li ser Tirkiyê werin kirin û yekîtiya gumrikê ya di navbeyna Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de were betalkirin.

Her wiha hate gotin li ser rayedarên ku ji bo dagirkeriyê ferman dane guşar werin kirin û vîzeyê nedin wan.

Hiqûqnasên ku îmze dane:
"Marîa Bexellîus (Zanîngeha Uppsala , Doktorê Hiqûqê), Ove Brîng (Profesyorê Hiqûa Navnetewî ), Ian Cameron (Profesorê Zanîngeha Uppsalayê), Louîse Dane (Zanîngeha Stockholmê, doktorê hiqûqê), Hevi Dawody Nylen (Zanîngeha Stockholmê, doktorê hiqûqê ), Davîd Fîsher (Zanîngeha Stockholmê Profesorê Hiqûqa Navnetewî), Mark Klamberg (Profesorê Zanîngeha Stockholmê ), Jann Kleffner (Profesorê Hiqûqa Navnetewî), Sally Longworth (Zanîngeha Stockholmê, doktorê hiqûqê), Olle Mårsäter (Zanîngeha Uppsalayê, Dekanê Beşa Hiqûqê), Martin Ratcovich (Zanîngeha Stockholmê, doktorê hiqûqê), Rebecca Stern (Zanîngeha Uppsalayê, doçentê hiqûqê ) William Underwood (Zanîngeha Stockholmê Doktorê hiqûqê), Pontus Winther (Doktorê hiqûqê), Pål Wrange (Zanîngeha Stockholm  Profesorê hiqûqê), Kavot Zillen (Zanîngeha Stockholmê, doçent) û Inger Österdahl (Zanîngeha Uppsalayê Profesorê hiqûqê)."