Hilbijartinên Hollandayê: Partiya Lîberal a Serokwezîr Rûtte bi ser ket

Partiya Lîberal a Serokwezîr Mark Rûtte di hilbijartinên Hollandayê de bi ser ket. Rûtte encamên hilbijartinê weke "dengê pêbaweriyê yê berfireh" pênase kir.

Piştî encamên hilbijartinê Rûtte li parlamentê ya li Den Haagê daxuyaniyek da rojnamevanan û got, "Ez van encamên hilbijartinê weke dengê pêbaweriyê ji bo partiya xwe dibînim."

Ev serketina partiya Lîberal wê bike ku ji hikumeta koalîsyonê ya çaremîn re pêşengiyê bike. Mark Rûtte ku ji sala 2010'an ve li dest desthilatdariyê ye, diyar kir ku enerjiya wî heye ku 10 salên din jî dewam bike.

Li gorî texmînên dawî Lîberalan li baskê jêrîn ê parlamentê ku 150 kursiyên xwe hene 35 kursî bi dest xistin. Hejmara kursiyên heyî yên Lîberalan 33 bû.

Partiya li çep a navendî D66 jî 26 kursî, partiya rastgiriya tund a li dijî Îslamê Partiya Azadiyê (PVV) a bi serkêşiya Geert Wîlders 18 kursî bi dest xistin. Partiyan hemûyan ragihandin ku wê bi PVV re ti koalîsyonê çênekin.

Serketiyê herî mezin ê vê hilbijartinê D66 e ku xwe weke pêşverûyên alîgirê Ewropayê pênase dikin. Vê partiyê 7 parlamenterên xwe zêde kir.

Tê payin ku Rûtte bi D66 û Demokratên Xiristiyan (CDA) ku 14 kursiyên xwe hene, hikumeteke koalîsyonê ava bike.

Li gorî encamên dawî Sosyal Demokrat PvdA 9 kursî, Keskan (Groenlînks) 8 kursî û Partiya Sosyalîst a Çep a Radîkal (SP) 8 kursî bi dest xistin.