Hijmara 464'an a rojnameya serxwebûnê derket

Di hijmara Tebaxê ya rojnameya serxwebûnê de, ji faşîzma AKP-MHP'ê heta bi tecrîda li Imraliyê gelek mijar hatin nirxandin.

Hijmara Tebaxê ya Serxwebûnê derket. Vê carê nirxandina Komîteya Rêveber a PKK'ê ya li ser Pêngava 15'ê Tebaxê bi sernavê, ''Gerîlayên sedsala 21'ê bi rihê tolhildanê yê 15'ê Tebaxê dijmin perîşan dike.''

Pêngava 15'ê Tebaxê ya gerîlayan a 184'an li Dihê û Şemzînanê, geşedanên dawî yên siyasî, Fermanda Êzîdiyan a Şengalê ya 3'yê Tebaxê di gelek nivîsan de bi berfirehî têne nirxandin.

Di nirxandina Komîteya Rêveber a PKK'ê de ji 15'ê Tebaxê heta bi Berxwedana Heftanînê berxwedana gerîla ya ku tim xwe nûjen dike tê vegotin, tê diyarkirin ku gerîla şêwaza xwevegotina mirovê azad e. Di nivîsê de tê gotin plana faşîzma AKP-MHP'ê ya 2020'an bi berxwedaniya gerîla ji niha ve hatiye pûçkirin, li dijî faşîzmê banga geşkirina berxwedanê tê kirin.

NIVÎSÊN BAYIK, KARAYILAN Û KALKAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayik bi nivîsa xwe geşedanên siyasî dinirxîne, diyar dike Şerê Cîhanê yê Sêyan ji şerên cîhanê yên beriya niha cihêtir e û bal dikişîne ser ku ev şer li ser xaka Iraq û Sûriyê navendî bûye. Bayik her wiha bal kişande ser hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê ya di êrîşên dagirker de û got, ''PDK dixwaze hêza herî mezin a berxwedêr û fedayî ya gelê Kurd bi dewleta Tirk bide tasfiyekirin.'' Bayik her wiha bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Jî û got, ''Ên ku nikarin li Rêbertiya xwe xwedî derkevin nikarin li xwe jî xwedî derbikevin'' û bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê û faşîzmê berxwedanê geş bikin.

Fermanadarê Biryargeha Navendî ya Gel Murat Karayilan di nivîsa xwe de Pêngava 15'ê Tebaxê dide ber berxwedanên beriya niha yên Kurd û got, ''Pêngava 15'ê Tebaxê banga xwedîderketina li mirovahiyê ye. Ji aliyê dî ve jî serhildan û berxwedana pêşî ye ku nikare were têkbirin, domdirêj e.''

Karayilan li ser Berxwedana Heftanînê jî got gerîla xwe nûjen kiriye û forma gerîlayê nû derketiye ku dikare were, 'gerîlayên sedsala 21'ê'' were binavkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan jî di nivîsa xwe de diyar dike ji bo serkeftina têkoşînê girîng e ku ji têkoşîna 36 salan ders were standin.

Kalkan her wiha dibêje faşîzma AKP-MHP'ê li ber hilweşînê ye û got, ''Li şûna ku em ji dijimn li benda guherînê bin, divê em têkoşîneke wiha geş bikin ku dijmin têk bibin û ji holê rakin.''

Rûpela nîvê rojnameyê ji nivîsa Ocalan  hatiye terxankirin, a bi dîroka 9'ê Îlona 1998'an bi navê ,''Ên ku ne xwedî zengîniya îdeolojîk bin nikarin bibin xwedî zengîninya pratîk''. Di nivîsê de li gel têkoşîna dijî hêza dijber, giringiya têkoşîna nav partiyê jî tê destnîşankiin, binê wê tê xêzkirin ku xeta PKK'ê bi îdeolojiyê dest pê kiriye û bi wê re geş bûye û tê gotin, ''a diyarker îdeolojî ye.''

ERZÎNCAN Û EREN LI SER ŞENGALÊ Û ÊZÎDIYAN SEKINÎN

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan û Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren bi nivîsên xwe li ser êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê û Fermana 73'an a Êzîdiyan disekinin.

DÎLOK, BALÊ DIKIŞÎNE SER GIRINGIYA XWEPARASTINÊ

Endama Konseya Rêveber a PKK'ê Dilzar Dîlok jî bi nivîsa xwe balê dikişîne ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya ku Ocalan daniye û got, ''Rêber Apo rêbertiya jinê ye. Ev, ji wê pênaseyê cihêtir e ku rêbertiya jinan e. Bi rengekî herî bedew berbiçavbûna aqil û dilê jinê ye.'' Dîlok her wiha komkujî, tacîz û tecawizên ku van demên dawî li ser jinan zêde bûne bi bîr dixe û balê dikişîne ser giringiya bi lezgînî rêxistiniya xweparastinê.

Her wiha nivîsa Cafer Şervan jî bi navê, ''Pêngava 15'ê TebaxÊ, rastiya şehîdan û helwesta qedoyan'' di rojnameyê de cih digire.

Li rûpela dawî ya rojnameyê jî nivîsa Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî ya bi navê 'Bi Sirûştê re dan'' heye, ku beriya bi çend rojan şehîdbûna Agirî hatibû ragihandin.